01:06 19 Çile 2017
Zindî
    Ala Îraqê

    Balafiran çek ji DAIŞê re avêtine

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Endamekî komîteya asayîş û bergiriyê di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku, balafirên şer ên Artêşa Iraqê li parzûngeha Bêcî bi şaşîtî çek û teqemenî ji çekdarên DAIŞê re avêtine xwarê.

    Endamê komîteya asayîş û bergiriyê di Parlamentoya Iraqê de, Eskender Cewad Witut ji rojnamevanan re ragihand: `Balafirên artêşê hinek çek û teqemenî ji hêzên ewlehiyê û yên dorpêçkirî re avêtin xwarê, lê piraniya wan çekan ketin destê çekdarên DAIŞê.`

    Ev çend heftîne  ku DAIŞ hewl dide parzûngeha Bêcî kontrol bike, lê heta niha biserneketiye û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li wir di bin dorpêciyê de ne.

    Ji aliyê xwe ve, Biryarderê komîteya asayiş û bergiriyê ya Iraqê derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: `Eskender Cewad Witut, bo veşartina şikestinên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li eniyên şer van daxuyaniya dide. Beriya niha daxuyaniyên nerast dabû û piştre daxwaza lêborînê kiribû. Herwiha beriya niha jî milîsên şîe gotibûn balafirên Amerîka çek ji DAIŞê re avêtine.

    Witut wiha got: `Çekdarên DAIŞê li çendîm navçe pêşve çûne, bi taybetî li navçeyên rojhilatê bajerokê Felluceyê û gellek navçe kontrolkirne`.

    Herwiha, Efser ji Polîsê bajarê Rûmadî, Umer Dilêmî ji rojnamevanan re ragihand: `Îro danê sibehê çekdarên DAIŞê bi tundî êriş ser bajarê Rûmadî kirin û çendîn tax kontrol kirin, di encamê de bi sedan welatî koçber bûn.`

    Bi heman mijarî:

    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de