11:00 18 Çile 2017
Zindî
    Tedmur

    SÛRIYE- DAIŞ serê bi dehan xelkê sivîl kiriye

    © Sputnik/ Alexandr Makarov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Şerê di navbera hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Tedmurê berdewam dike û şûnwarên dîrokî yên wî bajarî jî di bin gefa çekdarên DAIŞê de ne.

    Li gor çalakvanên Sûriyê, çekdarên DAIŞê duh derbasî taxên li rojhilatê bajarê Tedmurê yê girêdayî parêzgeha Humsê bûn, lê hêzên artêşa Sûriyê ew çekdar ji wan taxan derkirin.

    Li gor agahiyan, çekdarên DAIŞê duh 26 kes li gundê Amiriye û bajarokê Suxne li nêzîk Tedmurê kuştin û ji wan 10 kes serjêkiribûn.

    Derbarê metirsiya têkdana şûnwarên Tedumrê ji aliyê DAIŞê ve hişyarî jî hatiye dayîn, bi taybet ku çekdarên wê rêxistinê bi tenê 2 kîlometran dûrî şûnwarên bajêr yên dîrokî ne.

    Rêveberê giştî yê mûzexane û şûnwarên li Sûriyê, Memûn Ebdilkerîm diyar kir ku eger çekdarên DAIŞê derbasî Tedmurê bibin wê şûnwarên bajêr bên têkdan û ev yek jî wek karesateke navdewletî bi nav kir.

    Roja çarşemê ya borî, çekdarên DAIŞê bajarokê Suxne û gundê Amiriye, herwiha navendeke leşkerî li nêzîk Tedumrê kontrolkirin.

    Çalakvanên Sûriyê radighînin ku çekdarên DAIŞê 70 leşkerên artêşa Sûriyê kuştine. Di nava wan de 6 efser jî hebûn. Her wiha 40 çekdarên DAÎŞê jî di şerê li derdora Tedumrê de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
    35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de