17:40 23 Çile 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    Nameya pirsgirêka kurdan gihîşt De Mistura

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Îtilafa Dijbereya Sûriyê nameya xwe gihand Nûnerê Navdewletî Staffan De Mistura. Rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê jî di nav wê nameyê de ye.

    Berdevka şanderê navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, Jêsî Şahîn di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku îro Staffan De Mistura ligel Serokê Desteya Qanûnî ya Îtilafê Heysem El-Malih civiya.

    Ji aliyê din ve, endamê desteya siyasî ya Îtilafê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand ku ew nameya ku Îtilafê ji De Mistura re şandiye ji nerîna Îtilafê derbarê pêşeroja Sûriyê, herwiha rêkeftina ENKSê û Îtilafê derbarê pirsa kurd li Sûriyê pêktê.

    Di rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê de hatiye gotin ku kurd beşekî sereke ji Sûriyê ne û divê îtirafeke destûrî bi kurdan li Sûriya pêşerojê bê kirin. Herwiha divê siyasetên li dijî kurdan li Sûriyê werin rakirin û navê `Komara Sûriye ya Erebî ` bibe `Komara Sûriye`.

    Bi heman mijarî:

    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Tanka rûsî `Armata` ji dublorên Rojava çêtire
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Rojava wê çekan nede Ûkraynayê
    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de