16:25 21 Çile 2017
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin

    © AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Wezîrê berê yê ragihandin û rewşenbîriyê yê Urdinê, Salih Qelab ragihand ku, pêwîst e welatên erebî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.

    Herwiha daxwaz ji wan kir jibo berfirehbûna Îranê li navçeyê bi dawî bînin.

    Salih Qelab, ku yek ji damezrênerên televîzyona Al-Arabiyê ye, di gotarekê de ku di rojnameya Şeriq Elewset çapa Londonê de hatiye belavkirin, derbarê kêmkirina desthilata Îranê li Rojhilata Navîn de, amaje bi wê yekê dike ku ` bo ragihandina dewleta serbixwe, pêwîst e ereb alîkariya birayên me yên kurd li Herêma Kurdistanê bikin.`

    Di wê gotarê de, Qelab amaje bi girîngiya dewleta kurdî dike û dibêje, `avakirina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê, dibe sedem ku Rojavayê Kurdistanê jî li ser wê pêngavê biçe û hizra çarenivîsa xwe û dirustkirina dewleta serbixwe bike. Eger hat û pêwîst jî bike bila rajin çekan û xebata çekdarê bikin.`

    Qelab herwiha behsa welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dike û dibêje: `Hejmara kurdan li Îranê derdora 8 milyonan ye, ku dikarin roleke girîng bibînin.`

    Herwiha Wezîrê berê yê ragihandin û rewşenbîriyê yê Urdinê daxwaz ji ereban kir nakokiyên Îranê vêxin û berfirehbûna wê li navçeyê bi dawî bînin.

    Bi heman mijarî:

    Serxwebûna Kurdistanê, Bexda ji Mecaristanê hêris kir
    Êdî NY li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de