03:44 27 Gulan 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Xelîfeyê rêxistina DAIŞê, Ebû Bekir Bexdadî, ragihand ku ola îslamê ne ola aştiyê ye, lê belê ola şer e, ji ber ku di quranê de tenê carekê behsa rojiyê hatiye kirin, lê gellek caran behsa şer û cîhadê hatiye kirin.

    Ebû Bekir Bexdadî, di girtiyeke dengî nû de, ku duh li ser rûpelên Facebookê yên alîgirên DAIŞê hatiye belavkirin, bi tundî êriş dike ser desthilatên Erebistana Siûdiyê, mela û bangxwazên erebên sunnî, ku bûne sedema koçberbûna xelkên sunnî bo navçeyên şîe û kurdan.

    Bexdadî di beşeke mezin ji gotara xwe de, daxwaz ji misilmanan dike ku berê xwe bidin navçeyên di bin destê DAIŞê de û dibêje: `Ola îslamê ne ola aştiyê ye, lê belê ola şer e, ji ber ku di quranê de tenê carekê behsa rojiyê hatiye kirin, lê gellek caran behsa şer û cîharê hatiye kirin.`

    Xelîfeyê DAIŞê di gotara xwe de êriş dike ser hevpeymaniya erebî li dijî çekdarên Hûsî li Yemanê û dibêje, ew ne xwediyê şer in û ti metirsiya wan li ser sunneyan tune ye.

    Bexdadî jibilî ku gefa kontrolkirina Bexda, Kerbela, Sîna û Şamê û çend cihên din dike, herwiha amaje bi metrisiya li ser bajarê Reqe û Heleb dike beriya metirsiya li ser Mûsilê, ku bi gotina wî `neyar û dijmin` xwe kom dikin jibo DAÎŞê bikin.

    Herwiha di dawiya gotara xwe de, behsa dîlên xwe jî kir û got ku `Em we ji bîr nakin.`

    Ev peyama Bexdadî di demekê de ye ku hatibû belavkirin ku beriya çend mehan ew birîndar bibû û ji ber birîna xwe nema kare rabe, herwiha hinek ji dezgehên ragihandinê behsa wê yekê dikirin ku kesekî cihê wî jî girtiye.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de