03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Fûad Mehsûm

    Elawî: Ew bûyer bo perçekirina Iraqê ye

    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1410

    Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm daxwaz dike ku kesên êrişî avahiya Weqfa Sunnî li taxa Ehzemiye ya bajarê Bexdayê kirine, bên cezakirin. Herwiha cigirê wî, Eyad Elawî tekez kir ku bûyerên Ehzemiye bo perçekirina Iraqê ye.

    Şevtira din, avahiya fermangeha veberhênanê ya Weqfa Sunnî ji aliyê şîeyan ve hat şewitandin. Aliyên siyasî û hikûmî nerazîbûna xwe derbarê wê yekê nîşan dan.

    Li gor daxuyaniya serokomariya Iraqê, Fûad Mehsûn ragihand: `Kesên êriş kirine û agir berdane çend malên li wê taxê, dixwazin aloziyê di navbera mezheb û pêkhateyan de derxînin.`

    Serokomarê Iraqê herwiha piştgiriya xwe ji hêzên ewlekariyê re anî ziman ji bo rûbirûyê êrişkaran bibin.

    Di daxuyaniya xwe de, Fûad Mehsûm bal kişand ku girêdana kongreyeke berfereh ya aştevaniya niştimanî bi beşdariya hemû aliyên Iraqê, karekî pêwîst û girîng e.

    Ji aliyê xwe ve,cîgirê serokomarê Iraqê, Eyad Elawî ragihand: `Bûyera Ehzemiye bo dirustkirina tevliheviyê û perçekirina Iraqê bûye. Divê hikûmeta Iraqê bilez lêkolînê li wê bûyerê bike û tohmetbaran bişne dadgehê.`

    Bi heman mijarî:

    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de