23:13 22 Çile 2017
Zindî
    Ala kurdî

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku jibo piştgiriya xwepêşandana Mehabadê wê li Rojava û Bakurê Kurdistanê hinek çalakî lidarbixe.

    Rayedarê ENKê Enter Nehsan ji Rûdawê re ragihand ku ew êrişên rêjîma Îranê li dijî gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin û wiha  got: `emê sibê li bajarê Rihayê çalakiyeke rûniştinê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî gelê Rojhilat û piştgiriya Mehabadê pêk bînin. Ji bo vê çalakiyê me bang li kurdên rojava yên li Rihayê kiriye, her wiha me ji saziyên sivîl jî xwestiye jibo tevlî çalakiyê bibin.`

    Enter Nehsan da zanîn ku Partia Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî wê tevlî çalakiya sibê ya ENKSê bibe.

    Roja 7ê vê mehê, xwepêşandanek li Mehabadê hat lidarxistin û mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî, ku tê gotin ji tirsa destdirêjiya sîxurekî Îranê xwe kuştiye, şermezar kirin.

    Di wê xwepêşandanê de gellek kes birîndar bibûn û hinek kes jî hatibûn girtin.


    Bi heman mijarî:

    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de