20:13 29 Gulan 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Zilamê duyem ê DAIŞê hat kuştin bû?

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1511

    Termê cîgirê xelîfeyê DAIŞê gehişte yekîneya pizîşkî ya Mûsilê, lê Amerîka kuştina wî red dike.

    Duh, 13ê Gulanê, Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihand ku firokeyên wan bi alîkariya firokeyên hevpeymanan, civîneke serkirdeyên DAIŞ li Tileferê kirine armanc, di encam de cîgirê xelîfeyî DAIŞê `Ebû Elaa Eferî` û 20 çekdarên din hatin kuştin.

    Li gor zanyariyên BasNewsê, termê `Ebû Elaa Eferî` jibo yekîneya pizîşkî ya Mûsilê hatiye veguhestin.

    Tevî piştrastkirina nûçeya kuştina navborî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve û veguhestina wê zanyariyê ji aliyê dezgehên medyayî yên navxweyî, herêmî û cîhanî ve, Artêşa Amerîkayê vê yekê red dike.

    Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de radighîne ku, tu zanyarî di dest wan de nînin ku `propegendaya` wezareta bergirî ya Iraqê derbarê kuştina `Eferî` de `piştrast bike.`

    `Ebû Elaa Eferî` ku di sala bûrî de bibû cîgirê xelîfeyê DAIŞê, navê wî yê rastî Ebdulrehman Mistefa Mihemed Jeyalî ye, helgirê regeznameya Iraqî ye û ji pêkhateya tirkmen e, temenê wî 60 sale û xelkê qezaya Tilefer a ser bi Mûsilê ve ye.

    Berî ku sala 1998an berê xwe bide Efxanistanê û tevlî rêxistina Qaîde bibe, mamostayê fîzîkê bû.

    Di sala 2010an de bibû `Serokê Encûmena Şûreya DAIŞ.`

     

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de