15:04 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    Sûriye – 9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Li bajarên Şam û Helebê yên Sûriyê 9 komên radîkal ên neyarên rêjîma Sûriyê li dijî DAIŞê şer ragihandin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, li devera Qelemûnê ya Şamê, rêxistin û komên neyarên Sûriyê bi hêceta ku çekdarên DAIŞê endamên wan revandine û êrişî wan kirine, li dijî DAIŞê şer ragihandin.

    Ew rêxistin DAIŞê bi alîkarîkirin û hevkariya rêjîma Sûriyê tohmetbar dikin.

    Di nav wan komên radîkal de rêxistina El Nusra jî heye ku wek başkê El Qaîdê li Sûriyê tê naskirin.

    Di çend rojên borî de li devera Qelemûnê, rêxistina bi navê “Ceyş el Îslam” 80 dîlên DAIŞê komkuj kiribû û li dijî DAIŞê şer ragihandibû.

    Herêma Qelemûnê li bakurê rojavayê Şamê û nêzîkî sînorê Sûriye û Libnanê ye ji ber wê jî pir stratejîk e. Li wê deverê ku deverek çiyayî ye, milîtanên Hizbullaha Libnanê jî li kêleka artêşa Sûriyê li dijî neyarên rêjîma Beşar Esed şer dikin.

    Beşek mezin ji Qelemûnê di destê neyarên rêjîmê de ye, lê li hinek cihên wê jî çekdarên DAIŞê bicîh bûne.

    Her wiha hat zanîn ku li bajarê Helebê jî rêxistina bi navê Cebhet el Şamiyê li dijî DAIŞê şer ragihandiye.


    Bi heman mijarî:

    35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de