05:37 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Vatikan

    Vatîkanê Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir

    © AP Photo/ Andrew Medichini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Dewleta rûhanî ya Vatîkanê, bi fermî Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir.

    Ajansa Associated Press ragihand, Vatîkanê îro daxuyanî kir ku ew Filistînê wek dewletekê nas dike.

    Tê gotin piştî vê biryara Vatîkanê, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û Papa Franciscus wê bi hev re rûnên.

    Filistîn ku welatekî biçûk e li Rojhilata Navîn, sala 1947ê bi biryara Netewên Yekbûyî bû du parçe; Ereb û Cihû.

    Salekî piştî parçebûna Filistînê, Îsraîl li herêma cihûyan hat avakirin, lê welatên erebî bi tundî li dijî vê yekê derketin û jiber vê yekê şerê ereb û cihyan dest pê kir.

    Li Filistînê hikûmetek xweser heye ku ji aliyê zêdetirî 100 welatên cîhanê ve hatiye naskirin, lê nûnerê Filistînê di NY de tine.

    Nifûsa Filistînê derdora 8 milyon kes e.


    Etîketan:
    Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de