06:51 24 Cotmeh 2017
Zindî
    De Mistura

    31 grûpên sûrî hewlên De Mistura red dikin

    © AFP 2017/ Fabrice Koffrini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    31 grûpên çekdar ên dijberiya Sûriyê vexwendina şandeyê navdewletî li wî welatî bo şêwirên Cenêvê red dikin.

    Di daxuyaniyekê de her 32 grûpên çekdar ku li ser axa Sûriyê şerê rejîmê dikin, civaka navdewletî bi `kêmterxemiyê` di parastina gelê Sûriyê ji tawanên ku rejîm derheqê wan de pêktîne `tohmetbar kirin.`

    Wan grûpan rexne li daxuyaniya dawî ya Nûnerê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Staffan De Mistura girtin, ku Beşar Esed wek beşek ji çareseriya krîza Sûriyê dabû zanîn, di demekê de ku ew rêxistin çûna Esed wek bingehek ji her danûstandin û çareseriyekê re dibînin.

    Herwiha wan grûpan diyarkirin ku, êdî De Mistura “alîgriya” aliyekî li ser hisabê aliyê din dike.

    Grûpên herî diyar di nava aliyên ku li ser daxuyaniyê îmze kirine jî evin: Ehrara Elşam, Artêşa Elislam, Liwaya Tewhîd, Hevgirtina Islamî, Ecnad Elşam, Ketayib Swar Elşam, Artêşa Fatihîn û Feyleqa Humsê.

    Berî demekê Staffan De Mistura ragihandibû ku wî 40 aliyên cuda yên dijberiya Sûriyê bo encamdana civînên şêwirî yên du alî li Cenêvê vexwendiye, Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijberiya Sûriyê jî rezamendiya xwe li ser wê vexwendinê aniye ziman.


    Bi heman mijarî:

    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de