01:08 19 Çile 2017
Zindî
    Barak Obama û Şah Selman

    Li Camp Davidê qedera Esed gotûbêjkirin

    © REUTERS/ Jim Bourg
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1401

    Li Kêmp Dêvîd ê (Camp David) lûtkeya dewletên erebî yên Kendava Farsî destpê dike. Li gorî ku hatiye ragiohandin ewê di maweya rojên 13-14 gulanê de bidome. Tê plnakirin ku di hevdîtinê de rewşa Îranê ya piştî rêkeser bernameya nukleer û rewşa Sûriyeyê bê gotûbêjkirin. Gelo monarşiyên Kendavê derbarê Sûriyê de wê Washingtonê çi bixwazin?

    Di wê demê de ku bandora Îranê li herêma Rojhilata Navîn zêdetir dibe, serokê DYA Barak Obama jî hewil dide şêwaza peywendiyên xwe  bi Îranê re biguhre. Lê belê serdestiya Îranê li Îraq, Sûriye, Lîbya û Yemenê  dewletên sunnî yên Kendavê her weha Tirkiyeyê nerehet dike û  ew jî di wî warî de gazinca  xwe ji sîyaseta Waşîngtonê dikin. 

    De-fakto hevpeymaniya sunnî îro li Sûriye û Yemenê  li holê ye.  Li Sûriyeyê hêzên hikumeta Beşar Esed, li Yemenê jî  serhildêrên hûsî dibin hedefê hevpeymaniya sunniyan.   Wan, bêyî ku li benda piştgiriya Waşîngtonê bisekinin,  dest bi yekgirina hêzên çekdarî yên opozîsyona Esed kir, ku komên îslamîst jî di nav de ne. Yekîtiya han êdî berhema xwe ya pêşîn dide, lewre hêzên opozîsyonê êdî yekîneyên  artşa Esed ji hin herêman derxistine. 

    Li Capm Davidê hêvî ji Waşngtonê tê kirin, ku vê hevpeymaniyê nas bike, heta bi awayekî rasterast tevli wê bibe.   Monarşiyên ereb hêvî dikin ku  Waîngton wê derfeta sazkirina li bakûrê Sûriyeyê qada ji firinê re qedexekirî peyda bike. Lê ev yek bêyî lihevkirina li gel Rûsyayê ne mumkune, ji ber ku pêwîstî bi bîryara Civata Ewlekarî ya NY heye.  Dibe ku serdana wezîrê karên derve yê DYA John Kerry li Rûsyayê û gotûbêjê wî yê dûr û dirêj li gel Vladîmîr Pûtîn bi vê mijarê ve girêdayî be.

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry
    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
     

    Tê payîn, ku li Camp Davidê  ji bilî  lihevkirina li ser sepandina qada ji firînê re qedexekirî ya li ser Sûriyeyê,  ji bo perwerdekirina yekîneyên sunniyan li hember DAÎŞ`ê  ya hem li Sûriye û hem jî li Îraqê jî Waşîngton wê piştgiriyeke real bide hevpeyamniya sunniyan.  Çavdêrê siyayasî yê rûs, Aleksandr Şûmîlîn di vê mijarê de van şîroveyan dike:

    "Tê payîn ku li Waşîngtonê  wê li ser pirsa Sûriyeyê rêkeftineke derkeve holê. Di encamê de DYA wê qebûl bike ku  bi cureyekî li ser Sûriyeyê qada ji firînê re qedexekirî bê sepandin.  Paşê hevsengiya hêzên rewşa leşkerî wê bê guhertin, lê ev yek ne ji carekî ve, lê bere bere biqewime.  Ji ber ku hedefa sereke ya têkoşînê, wê DAÎŞ be. Lê, pê re bi paralel,  wê bere bere hêzên opozîsyonê jî bêne perwerdekirin, ji wan re çek û cebilxane bêne hinartin û  hedefa êrîşên hewayî bê guhertin û artlşa Sûrî jî wê bibe hedefa balafirên cengî.  Û sepandina qada ji firînê re qedexekirî wê rewşa stratejîk a herêmê biguhere.  Eger li ser vê yekê li hev bikin,  wê bere bere rejîma Esed bê hilweşandin. An ku monarşiyên erebî Sûriye bi Îranê biguherin. Ji xwe  Erebistana Suûdî êdî nûnerên opozîsyona rastîn a Sûriyeyê gazî gotûbêjan kiriye û di wê hêlê de xebat tê meşandin". 

    DYA wê neçar bimîne ku ji hevpeyamnên xwe re tawizan bide. Lê belê di encamê wê yekê de alozî li herêmê hîn kûrtir bibe û pêşbaziya çekan, bi teybetî jî  ya di warê mertala moşekan de hîn zêdetir pêşve biçe. 

    Bi heman mijarî:

    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Erebistana Suûdî nikare husîyan têk bibe
    SÛRIYE- Şer li nêzîkî Çiyayê Kurdan diqewime
    Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de