16:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran

    Îranê bi tundî gef xwar: Em êdî bi zorê xwe digirin

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3201

    Artêşa Îranê gef li Amerîka û Erebistana Siûdî xwar û ragihand, eger ew li pêşiya gemiya îranî ya ku `alîkariyên mirovî` dibe Yemenê bigirin wê bibin sedema vêxistina agirekî wisa ku ew bi xwe jî nikarin vemirînin.

    Gemiyeke Îranê ku li gorî rayedarên Tehranê alîkariyên mirovî bar kiriye, duh ji bendera Ebasê ya Îranê ber bi Yemenê ve çû.

    Rayedarên hêza deryayî ya Îranê dibêjin, gemiyên şer ên Îranê yên ku li kendava Eden û gewriya Bab el Mendebê li Yemenê hatine bicîkirin, parastina wê gemiyê dikin.

    Lê piştî ku gemiya Îranê ber bi Yemenê ve çû, wezareta parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, bila Îran wê gemiya xwe bi rêya Netewên Yekbûyî re bişîne Yemenê.

    Li hember vê yekê, alîkarê fermandeyê giştî yê artêşa Îranê Mesûd Cezayirî ji televîzyona fermî ya Îranê ya bi navê El Alem, ku bi erebî weşanê dike, ragihand, heger Amerîka û Erebistana Siûdî li pêşiya gemiya Îranê astengiyan derxin dê bibin sedema agirekî wisa ku bi xwe jî nikarin vemirînin.

    Mesûd Cezayirî her wiha got, ez pir eşkere dibêjim ku êdî em heta cihekî dikarin sebir bikin û xwe bigirin.

    Beriya niha balafirên şer ên Erebistana Siûdî nehîştibûn balafirên îranî yên ku `alîkariyên mirovî` bar kiribûn, li paytexta Yemenê deynin. Îran ji ber vê yekê pir hêrs bibû.

    Hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî ji bo stendina dewleta Yemenê ji destê milîsên şîe yên bi navê Hûsî, ji roja 26ê Adara îsal ve li milîsên Hûsî didin, Îran jî ku piştevaniya hûsiyan dike, ji vê yekê nerazî ye.


    Bi heman mijarî:

    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de