10:57 18 Çile 2017
Zindî
    Koçberên Îraqê

    Hejmara koçberan li Iraqê 2 milyon û 800 hezar derbas kiriye

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ragihand ku hejmara koçberan li Iraqê 2 milyon û 800 hezar kes derbas kiriye.

    Berdevkê wê rêkxistinê, Leonard Duel aşkere kir ku li Iraqê nêzîkî 2 milyon û 835 hezar kes neçar man ji malên xwe derkevin û koçber bibin.

    Duel bal kişand ser ku ew hejmara mezin ya koçberan di navbera çileya sala 2014an û meha nîsanê ya borî de hatiye qeydkirin û piraniya wan ji ber şerê li navende parêzgeha Enbarê Rûmadî koçber bûne.

    Bi gotina berdevkê Rêkxistina Navdewletî ya Koçberiyê, ji dema ku êrişa DIAŞê di 10ê Nîsana borî de li Rûmadî û navçeyên derdorê destpêkiriye, zêdetirî 100 hezar kes ji wî bajarî reviyane.

    Liyonard Duel herwiha aşkere kir ku di vê dema dawî de zêdetirî 133 hezar koçberên nû li 15 parêzgehên Iraqê hatine tomarkirin û piraniya wan ji Rûmadî bûn.


    Bi heman mijarî:

    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de