09:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Sûriyê

    Hêza Esed jihev dikevin û dijbere bihêz dibe

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1111

    Govara The Economist a brîtanî dibêje ku hêzên dijbereya Sûriyê xwe bihêz û rêxistî dikin, lê rêjîma Esed jî ji her demê qelstir bûye û hêza wê jihev ketiye.

    The Economist ragihand ku dema xwepêşandanên aştiyane derketin û hêzên Esed bi tundî êrişî xwepêşanderan kirin, şer li Sûriyê dest pê kir û di encamê de rêjîma Sûriyê bû sedema kuştina zêdetirî 200 hezar kesî û nîvê gelê Sûriyê jî ji ber wî şerî derbeder bûne.

    Govara Brîtanî diyar kir ku niha nîşan hene, ku hikûmeta Sûriyê gelekî qels bûye, ji ber ku alîgirên wê yên weke Hizbullaha Lubnanî, Îran û Rûsyayê jî nema weke berê alîkariya wê dikin û li hemberî qelsbûna rejîmê, hêzên dijbereyê gellek navçe ji destê hikûmetê derxistine û niha ew hêz gelekî nêzîkî bajarê Laziqiyê bûne.

    Herwiha govara The Economist tekez kir ku hejmara serbazên Artêşa Sûriyê gellekî kêm bûye û jihev dikeve, gellek ji serbazan direvin û gazinan ji berdewamiya şer dikin, her weha dilgiraniya xwe tînin ziman ku ew di vî şerî de weke êzingan têne bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de