03:55 24 Çile 2017
Zindî
    Sûriyê

    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike

    © Sputnik/ Andrei Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 402

    Li gor zanyariyên çalavkanên dijbereya Sûriyê, şeva borî şerekî giran di navbera çekdarên îslamî û yên Cebhet Elnusra li aliyekî û çekdarên Hizbullah û hêzên artêşa Sûriyê li aliyê din li Qelemonê derket.

    Hat gotin ku heta niha 17 çekdarên Hizbullah di şerê li Qelemonê de hatine kuştin, lê Hizbullah ev hejmar bi fermî belav nekirine.

    Çekdarên Hizbullah û hêzên artêşa Sûriyê hewl didin çekdarên îslamî yên ku di bin navê Ceyiş Elfetih de şer dikin, ji navçeyên Qelemûnê derxînin.

    Li aliyê din, di navbera çekdarên Ceyiş Elfetih û hêzên hikûmeta Sûriyê di nava nexweşaneya bajarokê Cisir Elşixûr yê ser bi parêzgeha Idlibê de şer berdewam dike.

    Li gor çalakavanên dijbereya Sûriyê, li gundê Elqiniye yê girêdayî bajarokê Cisit Elşixûr ve, di encamê bombebarana artêşa Sûriyê de 10 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.

    Herwiha Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku di encama şer û pevçûnên navçeya Qelemûnê de, 25 çekdarên Hizbullahê li ser destê çekdarên Ceyiş Elfetih ên dijbereya Sûriyê hatin kuştin û 10 çekdarên din jî hatin dîlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de