10:05 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Opozisyona Sûriyê

    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Îtilafa Sûriyê beşdarî hevdîtinên Cenêv3 nabe û nameyekê ji De Mistura re dişîne ku nêrîna Îtilafê li ser paşeroja Sûriyê, herwiha rêkeftina navbera ENKSê û Îtilafa Sûriyê li xwe digre.

    Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê Fuad Elîko ji Rûdawê re ragihand ku Îtilafa Sûriyê biryar daye beşdarî hevdîtinên Cenêv3 nebe û wê tenê 2 nameyan ji Nûnerê NY yê Sûriyê De Mistura û Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon re bişîne.

    Elîko got ku di nameya ku ji De Mistura re tê şandin, Îtilaf nêrîna xwe derbarê paşeroja Sûriyê û rêkeftina di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd û Îtilafê de eşkere dike.  Herwiha endamê desteya siyasî ya Îtilafê ragihand ku wan De Mistura vexwendine Stenbolê da ku bi hev re bicivin. Elîko anî ziman ku serokê desteya qanûnî ya Îtilafê Heysem El-Malih wê herdu nameyan bigihîne.  Derbarê mijarên din ên civîna wan a îro de jî, Elîko ragihand ku wan piştgiriya xwe ji konferansa Riyazê re anîn ziman û got ku wê ew konferans heta dawiya vê mehê were lidarxistin û têde, jibilî Îtilafê, wê aliyên din ên opozîsyonê beşdar bibin da ku desteyek ji nav opozîsyonê were hilbijartin ku nûneratiya tevahiya opozîsyona Sûriyê bike.

    Sêyemîn civîna hêz û aliyên kirîza Sûriyê bi navbeynkariya NY li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê, ku wek “Cenêv-3” jî tê bi navkirin, roja 4ê vê mehê dest pê kiriye. Tê gotin ev civîn wê nêzîkî meh û nîvê bidome.

    Di civînê de PYD û ENKS jî beşdar dibin.

    Bi heman mijarî:

    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de