23:24 22 Çile 2017
Zindî
    Balafira şer ya amerîkî

    Tilefer- Zêdetirî 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 602

    Balafirên şer li nêzîkî bajarokê Tileferê yê Mûsilê li çekdarên DAIŞê dan, di encamê de zêdetirî 10 çekdar hatin kuştin.

    Rayedarekî Pêşmerge li bendava Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer îro li gundên Peşte û Til Semenê yên girêdayî Tileferê li çekdarên DAIŞê dan.

    Rayedarê Pêşmerge da zanîn ku di encama wê êrişê de zêdetirî 10 çekdar hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

    Bajarokê Tileferê girêdayî parêzgeha Mûsilê ye û nêzîkî 40 km dûrî Mûsilê ye. Di dema rêjîma Bas a Iraqê de kurdên wê herêmê hatin sirgûnkirin û li şûna wan ereb hatin bicîhkirin.

    Navçeyên Rebîce, Zûmar û Eyaziye bi Tileferê ve girêdayî ne.


    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de