03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    TIKRÎT- Hêzên Iraqê bakur sitandin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 801

    Qeymeqamê Tikrîtê, Umer Tariq Şinduh ji Rûdawê re ragihand: `Hêzên ewlehiyê li bakurê Tikrîtê pêşve çûn û herdu gundên Mehzim û Xinik ji destê çekdarên DAIŞê sitendin.`

    Umer Tariq Şinduh wiha got: `Hêzên Iraqê xwe amade dikin da ku bajarê Bêcî û derdora wê ji destê DAIŞê derxînin û dorpêçiya li ser parzûngeha wî bajarî rakin.` Herwiha Şinduh got ku `hêzên piştevaniyê berdewam bo wê deverê tên şandin. Herwiha hêzên ewlehiyê li ser Çiyayê Hemrînê jî bersiva êrişên DAIŞê dan.`

    Bajarê Tikrîtê ligel Mûsilê havîna par ketibû destê DAIŞê de, lê beriya zêdetirî mehekê ew bajêr ji aliyê hêzên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî ya şîe ve hat kontrolkirin.


    Bi heman mijarî:

    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de