14:50 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriyê

    SÛRIYE- Cisir Elşexur di nava agir de ye

    © Sputnik/ Andrei Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 611

    Hêzên Hikûmeta Sûriyê êrişî çekdarên îslamî yên li bajarokê Cisir Elşexur li parêzgeha Idlibê kirin û hemû riyên ku diçin wî bajarokî jî kontrol kirin.

    Ajansa Sana ya Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Hikûmeta Sûriyê  êrişî navçeyên ser bi bajarokê Cisir Elşixur kirine û hemû riyên diçin wî bajarokî jî kontrol kirine.

    Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji aliyê xwe ve ragihand ku hêzên asmanî yên Sûriyê tenê roja yekşemê 22 êrişên asmanî li bakurê rojavayê Sûriyê pêkanîne û piraniya wan navçeyan dorpêç kiriye.

    Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên dijbereyê de, zêdetirî 60 leşkerên hikûmetê û 28 çekdarên hêzên dijbereyê hatin kuştin.

    Herwiha hinek çalakvanan li ser rûpela Facebookê vîdeoyek belv kirin. Di vê vîdyoyê de çekdarên Cebhet Elnusra êrişeke xwekujî li bajarokê Cisir Elşexur li dijî Hêzên Hikûmeta Sûriyê pêk tînin.


    Bi heman mijarî:

    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de