09:35 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Hûrgiliyên derbarê Destberdan Ebadî ji Kar

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Hinek ajansên îraqî belavkirin ku serokwezîrê welêt Heydar Ebadî dixwaze dev ji kar berde.

    Endamê Perlementoya Iraqê D.Tariq Gerdî ji BasNews re ragihand: `komek astengî hatin pêşiya Heyder Ebadî, Yekem: nebûna pereyan di bankan de, duyem: nizmbûna nirxê petrolê, sêyem: şerê li dijî DAIŞê, Çarem: gendeliya mezin di dezgehên ewlekariyê de, lewma Ebadî xwest dest bi çaksaziyê bike û wê gendeliyê kontirol bike, lê ev li berjewndiyê hin aliyan nehat, bi taybet aliyê ku li gel Malikî ne`.

    Gerdî Got ku ` hikûmeta Malikî di 8 salên derbasbûyî de ne serketîbû, lewma hewil didin ku hikûmeta Ebadî jî şikestinê bidest bixe û lewma astengiyan li pêşiya wê derdixin`.

    Herwiha Gerdî got ku `heta niha Ebadî bi fermî behsa desberdana ji kar nekiriye, lê belê ew dema hatiye ku Ebadî bê ber perlemanto û li pêşiya nûneran her tiştî bêje`.

    Hevpeymaniya Dewleta Yasa red dike ku Ebadî destlikarberdana xwe pêşkêşî Sîstanî kirbe.


    Bi heman mijarî:

    Ebadî gefan li DYA dixwe
    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Ebadî diçe Amerîkayê
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de