18:37 27 Gulan 2017
Zindî
    Yemen hava operasyonu

    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 801

    Balafirên hevpeymaniya erebî 4 êriş li dijî Hûsiyan pêkanîn. Herwiha balafireke Mexribê ku beşdarî êrişên asmanî yên hevpeymaniya erebî bo ser hûsiyên Yemenê bûye, ji duh êvarê ve wenda ye.

    Balafirên hevpeymaniya erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê îro sibehê  êrîşî ser navendên çekdarên Hûsiyan li herdu parêzgeyên Meireb û Teezê kirin.

    Çavkaniyên ewlekariyê li parêzgeha Meireb ragihandin ku îro balafirên hevpeymaniya Erebî 4 êrişên asmanî li dijî navendên Hûsiyan li navçeya Serwah li rojavayê wê parêzgehê pêkanîne û zirarên mezin jî gihandine milîsan.

    Li parêzgeha Teez jî balafirên şer yên hevpeymaniya Erebî êrîşî ser kela Qahîre ya şûnwarên kevnar kirin û gelek cihên wê kelê ji nav birine.

    Tê zanîn çekdarên Hûsiyan kela Qahîre li parêzgeha Teezê weke ciheke stratejî bikar dianîn û gellek ji çek û cebilxaneyên xwe jî li wê kelê veşartibûn.

    Ji aliyekî din ve, serkirdayetiya hêzên çekdar ên Şaneşîna Mexriba erebî belav kiriye ku balefireke wan ya ku beşdarî êrişên asmanî yên hevpeymaniya erebî bo ser Hûsiyên Yemenê bûye, ji duh êvarê ve wenda ye û gumana wê yekê tê kirin ku ew balefir ketibe xwarê.

    Ji bo zanîna çarenivîsa wê balefirê niha lêkolîn bi alîkariya Siûdiyê dest pê kirine.


    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de