14:49 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Şekdarê Hûsî

    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1102

    Serfermandarê nû yê `hikumeta derveyî welêt` a Yemenê Mihemed Elî Mûkdaşî ragihand, ku Îran çekan ji bo serhildêrên Hûsî dabîn dike û li erdê Erîtreyî perwerdehiya teknîka leşkerî bi wan dide.

    Navê Îranê dîsa ket nava şerê navxweyî ya Yemenê.  Heta niha tu delîlan ku Îran alîkariya leşkerî dide serhildêrên hûsiyan, an jî destê wê di şerê Yemenê de heye, ne hatiye destnîşankirin.

    Rayedarên Komara Îslamî çendîn car  tawanbariyên wî rengî red kiribû.  Ji alîyeke din, Îranê, plana xwe ya çareseriya aştiyane li Yemenê pêşkêşî NY kiribû.

    Lê gelo çima heta niha li hember Îranê tawanbariyên mezin tên pêşxistin, ku destê wê di şerê Yemenê de heye?  Di vê mijarê de  nêrîna edîtorê rojnameya `Îran Press` Îmad Abşênas weha ye:

    Eksperê îranî amaje dike, cebilxaneya hûsîyan ewqas mezin û rengareng e, ku  ew dikarin bêyî piştgiriya ji derve demekî dirêj şer bikin:

    Yemen piştî êrîşên hewayî
    © REUTERS/ Khaled Abdullah

    "Pêwîstiya yekîneyên çekdarî yên hûsîyan `Enserûllah` bi piştgiriya leşekrî û bi perwerdehiyê nîne.  Her kes baş dizane ku gelê Yemenê  pir şerker e û xwedî cebilxaneyeke mezin e. Tenê hejmara tivingên Kalaşnîkov`ê ku di cebilxaneya artêşa Yemenê de ye, sê caran ji hejmara şêniyên wî welatî zêdetir e.  Lewma jî pêwîstiya wan bi çekên Îranî tune.  Gelek dewletên herêmê bi riya qaçaxê xûd ji Yemenê çekan dikirin.  Lemwa jî, hemû  tawanbariyên li hember Îranê, ku çekan    dişîne Yemenê, dewrew in bê bingehin. 

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Hevpeymaniya Erebî Hûsî bombebaran kir
    Siûdî: Zêdetirî 500 çekdarên Hûsî hatine kuştin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Balafirên Siûdiyê hîn li Hûsiyan didin
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de