17:42 23 Çile 2017
Zindî
    Ala Dijberiya Sûryê

    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 801

    Proseya perwerdekirina hêzên lîbral ên dijbereya Sûriyê li Urdinê dest pê kir.

    Wezîrê ragihandinê yê Urdinê, Mihemed Mûminî di daxuyaniyekê de ragihand: `ev çend roj in ku prosa alîkarî û perwerdekirina şervanên Sûriyê li Urdinê dest pê kiriye.`

    Muminî diyar kir ku şêr li dijî terorê şerê Urdinê û hemû misilman û ereba ye.

    Her weha,wezîrê ragihandinê yê Urdinê wiha got: `hûrgiliyên proseya perwerdekirina wê ji aliyê pisporên welatên hevpeymaniya navdewletî ve werin ragihandin.`

    Ji aliyê xwe ve, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê, Ashton Carter jî di kongreyeke rojnamevaniyê de pişrtast kir ku proseya perwerdekirina hêzên lîbral ên dibereya Sûriyê ji aliyê hêzên Artêşa Amerîka ve dest pê kir.

    Li gor plana Amerîka ya taybet bi perwerdekirina hêzên lîbral ên dibereya Sûriyê, wê 15 hezar şervan ji bo şerê li dijî DAIŞê bên perwerdekirin.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlût Çavuşoglu berya çend rojan ragihand ku `roja 9ê vê mehê (sibe), wê perwerdeya leşkerî ya hêzên dijbereya Sûriyê ya radîkal bi serperştiya Amerîkayê dest pê bike.`

    Mevlût Çavuşoglu wiha got: `2000 şervan wê heta dawiya vê salê bên perwerdekirin û her 300 şervan wê di qonaxekê de bên perwerdekirin`.

    Bi heman mijarî:

    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de