12:57 20 Çile 2017
Zindî
    Teqîn

    Li Tikrîtê teqîn: 50 kuştî

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2601

    Li bajarê Tikrîtê yê Iraqê di encama teqînekê de bikêmanî 50 polîsên Iraqê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

    Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê eşkere kirin ku îro danê sibê li rojhilatê bajarê Tikrîtê otomobîleke bombekirî di nav polîsên Iraqê de teqiya.

    Li gorî agahiyan, di bûyerê de bikêmanî 50 polîs hatin kuştin û 20 polîs jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan baş nîne ji ber wê jî îhtimala zêdebûna kuştiyan

    heye.

    Bajarê Tikrîtê ku navenda parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye, demekî beriya niha ji aliyê hêzên artêşa Iraq û milîsên şîe ve ji destê DAIŞê hatibû derxistin.


    Bi heman mijarî:

    Li Bexda 4 teqîn rûdan
    Li Bexdayê çend teqîn rû dan, qurbanî hene
    Li Kerkûkê teqîn: 5 kes bûn qurbanî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de