09:34 21 Cotmeh 2017
Zindî
    15. Körfez İşbirliği Konseyi toplantısı

    Monarşîyên ereb civîyan

    © AFP 2017/ Christophe Ena
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Rojhilata Navîn tu caran ewqaz zêde nebibû cihê konflîkt û pêvçûnên arezûyên sîyasî yên welatên cuda

    Roja 5`ê Gulanê li Rîyadê sammîta Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê hate lidarxistin. Yek ji mijarên sereke yên civînê bernameya nukleerî ya Îranî bû. Bi guherîna desthilata Erebistana Siûdîyê ve girêdayî di sîyaseta Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê de çi hate guhertin? Şîroveya sîyasetzan-rojhilatnas Vladîmîr Sajîn wisa ye.

    Rojhilata Navîn tu caran ewqas zêde tevlihev nebibû û tu caran ewqas zêde nebibû cihê konflîkt û pêvçûnên arezûyên sîyasî yên welatên cuda. Li Yemen, Sûrîye, Iraq û Afganistanê şerên navxweyî berdewam dikin. DAÎŞ tewaya herêmê terorîze dike. Îran, Erebistana Siûdî, monarşîyên din ên ereb, Tirkîye, Îsraîl, Lubnan û gelek hêzên din ên derveyê herêmê yên wek DYA û Fransa bi konflîktên li Rojhilata Navîn re têkildar in.

    İran ile nükleer müzakereler
    © REUTERS/ Brendan Smialowski

    Şerê mezhebî yê di navbera sunnî û şiîyan careke din mezin û gur dibe. Tabloya herêma Rojhilata Navîn li ber çavan diherife, yekitî û dijberîyên nû peyda dibin.

    Di wan şertan de welatên herêmê û yên li derveyê herêmê yên berjewendîyên xwe li Rojhilata Navîn dibînin, hewl didin rewşa peydabûyî binirxînin û çareserîyan peyda bikin. Sammîta Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê jî ji bo wê armancê hate lidarxistin.

    Serokê DYA`yê Barak Obama hewl dide bi Îranê re hevkarîyê bike, eger ew jî nebû, nehêle ku Îran bibe dijbereke xurt. Armanca Waşîngtonê ya yekser bi rîya telefonê meşandina guftûgoyên çareserkirina bernameya Îranê ya nukleerî jî ji bo pêkanîna wê armancê ye. DYA hewl dide derbazî bazarên Îranê yên bi perspektîv bibe û her weha di warê problemên li Iraq, Sûrîye û Afganistanê de jî bi Tehranê re li hev bike.

    Lê, hewlên DYA`yê yên nêzîkbûna bi Tehranê re di serî de Rîyad û Tel-Avîv, gelek paytextên din ên herêmê nehedar dike. Nehedarîya wan ji metirsîya peydabûna çekên nukleerî zêdetir, piştî lihevkirina koma 5+1 û Îranê rakirina ambargoyan e, ku demeke dirêj e têne sepandin.

    Rakirina ambargoyan bêguman hem di warê sîyasî û hem jî di warê aborî de wê destê Îranê pir xurt bike. Ew yek jî oponentên Îranê yên li herêmê endîşedar dike. Tirsa sereke jî ew e, ku piştî rakirina ambargoyan Îran wê hevalbendên xwe yên li herêmê zêdetir fînanse bike.

    Ji encamên sammîta Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê dîyar dibe, ku monarşîyên kendavê naxwazin ku dijberîya bi Îranê re kûrtir bibe. Ji ber ku derfetên wan ên leşkerî û aborî ne bêsînor in. Bi xerabbûyîna rewşa li herêmê ve girêdayî, rezervên dovîzan ên Erebistana Siûdî zîyanên mezin dibînin. Tenê di mehên Sibat û Adarê de rezervên Erebistana Siûdî bi 36 milyar dolaran ve kêmtir bûn. Ew yek jî dikare bibe sedemê nearamîya sîyasî ya navxweyî.

    Di encamê de Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê biryar dan, ku bi Îranê re sîyaseteke balansekirî bimeşînin û bi prensîba nedestêwerdanî û xurtkirina ewlekarî û aramîya herêmê tev bigerin û her weha bi prensîbên cînartîya baş û rêzgirtina serwerîya dewletan re pabend bimînin.

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku ji roja damezrandina Civata Hevkarîya Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê heta niha cara yekemîn e, ku lîdereke dewleta li derveyê wê civatê wek mêvanê rûmetê tê vexwendin. Ew jî serokê Fransayê Fransûa Holland bû. Gelo sedema wê çi bû?

    Bersîv hêsan e. Ya yekemîn, helwesta Fransayê ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê ji ya welatên din cudatir e. Ya duyemîn, monarşîyên ereb ji ber hevalbendên xwe yên sereke DYA`yê rast bi gelek probleman tên. Îro ji hemûyan zêdetir helwesta Parîsê li nêzê berjewendîyên wan e. Ji bilî wê, bazirganî jî dostanîya wan dide xurtkirin. Fransûa Holland kontrata ji Katarê re firotina 24 balafirên şer ên sinifa Rafal ya bi buhayê 6,5 milyar ewroyan imza kir.

    Ala Îranê
    © Sputnik/ Grigory Sisoyev

    Lê, dewletên ereb têkilîyên xwe wek berê bi DYA`yê re jî berdewam dikin. Monarşîyên ereb ji bo dîyaloga bi Barak Obama re amade ne û hêvî dikin, ku li hember Îranê pozîsyona xwe hişktir bike. Ji bo dabînkirina wê armancê her şeş lîderên dewletên ereb ên Kendava Farisîyê wê rojên 13-14`ê Gulanê li Waşîngtonê bi Barak Obama re hevdîtinekê pêk bînin. Obama jî wê hewl bide hevalbendên xwe yên ereb qane bike, ku ji Îranê netirsin û destûrê nadin ku Tehran çekên nukleerî saz bike.

    Kê wê kê baştir qane bike, di demeke nêz de emê bibînin. Lê, wisa dîyar e ku giranahîya monarşîyên ereb wê zêdetir be.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Dewletên Ereb ên Kendava Farisîyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de