08:37 26 Gulan 2017
Zindî
    Sûriye, şerê navxweyî

    Parçebûna Sûriyeyê bivênevê ye

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2501

    Di mehên adar û nîsanê de artêşa hikumeta Sûriyeyê çend şikestinên cidî xwarin. Sedema wê ew bû ku opozîsyona çekdar karî ku xwe ji îslamîstên radîkal dûr bixe û bibe yek û ji derveyî welêt piştgiriya pêwîst werbigre.

    Hikumeta Beşar Esed  di wan heftiyên dawî de çend şikestinên cidî xwarin. Di dawiya meha adarê de hêzên yekbûyî yên opozîyona çekdarî  bi serkêşiya Cebhet en Nusra bajarê Îdlîb kontrol kir û gihişt sînorên wîlayeta elewîyan — Lataqiyê, ku wek qela hikumetê tê zanîn. 

    Serkeftinên han di encamê yekîtiya opozîsyona çekdarî pêk hat. Di heman demê de di hindurê desthilata Sûriyê de nakokiyên cidî diqewimin û ev yek jî dibe sedema lawazbûna  saziyên dewletê. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku di şer de guhertineke per mezin rû de ye. Tenê hemû alî li ser erdên bin kontrola xwe  ciyên xwe saxlem kirin û ev yek jî dikare rê li ber parçebûneke demdirêj veke.  

    Hemû hêzên dijraber ên li Sûriyeyê xwe dispêrin bi alîkariya ji derve.  Ne tenê opozîsyona çekdarî, lê rejîma Sûrî jî bi saya hêzên derve li ser piya dimîne. Nakokiyên di hindurê desthilatê de jî Beşar Esed û derdora wî hîn zêdetir bi Îran û Hîzbûllaha Lubnanê  ve girêdide.  

    Opozîsyona îslamî, ku  di bin guşara sponsorên xwe bere bere ji helwêstên xwe yên radîkal dûr dikeve, hîn zêdetir piştgiriya Tirkiye û Erebistana Suûdî werdigre.  Ji ber vê yekê jî dawiya dijraberiya li Sûriyeyê xuya nake. Wekî tê zanîn, nakokiyên di hindurê Sûriyê de ji ber faktorên etnîkî û mezhebî derdikevin holê. Û di van mercan de destpêşxeriyên aştiyane dikevin plana paş, ji ber ku  lîderên sîyasî yên ku li pişta wan hêzên real hene, tenê hesaba serkeftina leşkerî dikin û naxwazin gavan paş de bavêjin.

    Di vê mijarê de rojhilatnasê rûs, sîyasetzan Semyon Bagdasarov van şîroveyan dike:

    “Di serî de ez dixwazim balê bikşînim ser hevdîtinên dawî yên li Moskowê.  Kesên ku xwe wek opozîsyon binav dikin, li wê derê kom bûbûn, lê li pişt wan  ti hêza çekdarî tune. Û wekî tê zanîn,  kîjan welat dibe bila bibe, di mercên şerê navxweyî de  faktora hêza çekdarî pir giring e.  Di  nava wan de yekane sazî ku kêm zêde  xwedî hêza leşkerî ye,  aliya kurd, an ku Partiya Yekîtya Demokratîk PYD bû.  Lê wekî tê zanîn, PYD jî xwe dispêre Şamê, ji ber ku alîkariya pêwîst ji wê derê werdigre”…

    Bagdasarov  dibêje, xuyaye Amerîka û Tirkiye  hewil didin ji bilî DAÎŞ`ê, hemû hêzên çekdar  bikin yek û fermandariyeke yekgirtî  saz bikin: 

    “Fermandariya yekgirtî êdî ji Artêşa Azad, Cebhet en Nusra û rêxistinên din hatiye avakirin. Ev hêza yekgirtî jî di wan demên dawî de çend serkeftin bi dest xistin. Wan, kampa Yarmûk a felestiçîniyan û bajarê Îdlîb kontorl kir, Şer êdî gihîştiye ber Lataqiyê ku piştgiriya Beşar Esed dike”.

    Li gorî nêrîna Semyon Bgdasarov, ji vir û pê de çareserkirina krîza Sûriyeyê bi riya aştiyane ne mimkun e: “Sûriye wê perçe bibe, ji xwe fîîlen perçebûn qewimiye.  Beşekî welêt ji aliya terorîstan ve tê kontrolkirin, beşekî di bin kontrola kurda de ye û beşek jî ji aliya hikumetê ve tê kontrolkirin.  Vê gavê di navbera wan de şerekî dijwar diçe û ti  gotûbêjên aştiyane ne mimkun in”.

    Bi heman mijarî:

    Esed: Amade me dest ji desthilatê berdim
    Esed: Rêberên herî metirsîdar yên DAÎŞê ji Skondinavyayê ne
    Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê wê li Esed bidin
    ŞAM- 2 bomb bi karwanê berpirsekî ve teqiyan
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de