18:39 27 Gulan 2017
Zindî
    Fûad Mehsûm

    Fûad Mehsûm biçe Îranê

    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1001

    Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm wê heftiya bê bi serdaneke fermî biçe Îranê.

    Berdevkê Serokomariya Iraqê, Xalid Şiwanî ji Rûdawê re ragihand: Mehsûm wê biçe Îranê û di wê serdanê de, wê pirsa ewlekariyê û rewşa navçeyê, herwiha

    têkiliyên aborî yên di navbera Bexda û Tehranê de ligel rayedarên wî welatî gotûbêj bike.

    Şiwanî eşkere kir ku wezîrê jîngehê û wezîrê bazirganî ligel çend wezîrên din wê pêretiya serokomar di vê serdanê de bikin.

    Şiwanî diyar kir ku Mehsûm wê 3 rojan li Îranê bimîne.

    Serdana Serokomarê Îraqê bo Îranê li ser vexwendina serokkomarê Îranê, Hesen Ruhanî tê kirin. 

    Bi heman mijarî:

    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îran, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de