15:04 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şam-Sûriyê

    ŞAM- 2 bomb bi karwanê berpirsekî ve teqiyan

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 602

    Li paytexta Sûriyê, Şamê 2 bomb bi karwanê Rêveberê Desteya Temwînê, Lîwa Mihemed Îd ve teqiyan.

    Çalakvanên nava Şamê ragihandin ku îro beriya nîvro, karwanê Rêveberê Desteya Temwînê, Lîwa Mihemed Îd di taxa Rikin Eldîn (Taxa Kurdan) re derbas dibû, lê

    2 bomb bi karwanê wî ve teqiyan û di encamê de ew berpirs birîndar bû.

    Li gorî wan çalakvanan, Îd rakirin nexweşxaneya Tişrîn a li wê taxê û rewşa wî nediyar e.

    Li gorî agahiyan, yek ji wan bombeyan bi matorekî ve bû û ya din jî di bin erdê de bû. Lê piştî teqînê hêzên ewlehiyê li wê taxê xelk dan ber guleyan û di encamê

    de gellek welatî birîndar bûn.

    Wek her car, piştî teqînan hêzên ewlehiyê ketin rewşa amadebaşiyê de û riyên ku diçin wê taxê hemû girtin û hêzên din jî anîn wir.

     

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de