06:56 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Ebadî gefan li DYA dixwe

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Serokwezîrê Iraqê projebiryareke Kongreye DYA ji bo bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî ji kurd û suneyê Iraqê bê şandin, red dike û bi “destêwerdana serweriya Iraqê” bi nav dike.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî proje biryara Kongreye DYA  ya ku pêşbînî dike ku  ji kurd û suneyên Iraqê re bi awayekî rasterast alîkariya leşkerî bê şandin, red dike û wekî “destêwerdana serweriya Iraqê” bi nav dike.

    Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Iraqê,  Heyder Ebadî di peywendiyeke telefonî de li gel Cîgirê Serokê Amerîka Joe Bayden behsa rewşa Iraq û herêmê kirine.  Di daxuyaniyê de tê gotin, Ebadî û Bayden behsa “pêdagiriya hevbeş bo parastina yekparçeyiya ax û serweriya Iraqê û destênewerdan di karûbarên navxweyî de”  kirine.   Di hevdîtinê de Heyder Ebadî proje biryara Serokê Komîsyona Karûbarên Derve ya  Kongreya Amerîkayê Ed Roys ya ku şandiye Kongreyê, ku piştî pesendkirina wê dê Amerîka bi awayekî rasterast alîkariya leşkerî bişîne ji kurd û suniyên Iraqê,  red kiriye.

    Serokwezîrê Iraqê aşkere kiriye ku ew proje biryar yekîtiya welat û hevgirtina niştimanî qelis dike” û “destêwerdana serweriy Iraqê ye”.

    Li gor wê proje biryarê, bi qasê 715 milyon dolar ji alîkariyên Amerîka bo Iraqê, dê ji sedî 25 bo Herêma Kurdistanê û sineyan bi awayekî rasterast bê şandin.

    Li gor yasayên Amerîka, ew welat bi awayekî rasterast çek, teqmenî û alîkariyên leşkerî naşîne ji tu hêzekê re, ku ne hêza fermî ya dewletekê be.

    Di proje biryara Ed Roys de tê pênîyarkirin ku, eger Bexda pêgirî danûstandinên lihevhatina niştimanî nebe, dê Amerîka wan alîkariyan li ser bibire û piştire ji sedî 60`ê wan alîkariyan bide kurd û suniyan.



    Bi heman mijarî:

    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Ebadî diçe Amerîkayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de