09:58 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerê li Sûrîyê

    SÛRIYE- Şer li nêzîkî Çiyayê Kurdan diqewime

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1211

    Li navçeyên nêzîkî bajarê malbata Serokê Sûriyê Beşar Esed li parêzgeha Laziqiye, şerekî giran di navbera çekdarên îslamî yên dijbereyê û hêzên Artêşa Sûriyê de berdewam dike.

    Ajansa fermî ya Sûriyê li ser zarê çavkaniyek ji artêşê ragihand ku balafirên artêşê navendên hêzên dijbereyê li bakurê Laziqiye bombebaran kirin û di encamê

    de bi dehan kes hatin kuştin.

    Çavkaniyên dijbereya Sûriyê jî ragihandin ku şer li nêzîkî Çiyayê Kurdan li bilindahiyên Nebî Yûnis ku li ser gundên Elewiyan û li nêzîkî bajarê Qirdahe ne,

    diqewime.

    Fermandarekî Tevgera Ehrar Elşam a îslamî ya dijbereya Sûriyê got, bi kontrolkirina wan bilindahiyan wê gundên Elewiyan têkevin armanca guleyên wan.

    Hêzên dijbereya Sûriyê dixwazin şerê xwe yê ku berî 4 salan destpê kirine, veguhêzin peravên Laziqiye yên ku di bin kontrola hêzên artêşa Sûriyê de ne.

    Piştî ku hêzên îslamî yên ser bi dijbereya Sûriyê ve navçeyên stratejîk li başûrê Sûriyê û li parêzgeha Idlibê kontrolkirin, ev êrîşa li parêzgeha Laziqiyê tê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de