05:39 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Erebistana Siûdiyê

    Şahê Siûdiyê cîgir xwe û cîgir cîgrê xwe guhert

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 401

    Tilvizyona Erebistana Siûdiyê ragihand ku Şahê welêt Selman kurê Abdulaziz birayê xwe yê ne ji daykê Muqrin kurê Abdulaziz ji cîgirya şah û kursiya cîgirê serokwezîr derxist û kurê birayê xwe mîr Muhemed kurê Nayêv li dewsa wî danî.

    Her weha şah kurê xwe mîr Muhemed kurê Selman bo cîgirê cîgirê xwe destnîşankir. Şah wezîrê karên derve yê

    welêt Siûd el-Feysal jî ji kar derxist û balyozê Erebistana Siûdiyê li Amerîkayê Adil el-Cubeyr li dewsa wî danî.

    Wek ajansên Siûdiyê radighînin ku şah gotiye ku ew, jibo hilbijartina berbijêran, rêya şahê berê Abdula kurê Abdulaziz dişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de