01:16 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Bexdayê teqîn

    Li Bexdayê çend teqîn rû dan, qurbanî hene

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2302

    Îro sibehê çend teqînan paytexta Iraqê Bexdayê hejandin û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî.

    Li gorî agahiyên tora  Rûdawê, di encama teqîna otombîleke bombekirî de ku komeke karkeran li navçeya Amil li başûrê rojavayê Bexdayê kir armanc, di encamê de  4 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn. Wezareta Navxweyî ya Iraqê ragihand ku çalakî bi otomobîla bi markaya KIA hatiye lidarxistin.

    Herwiha li navçeya Mehmûdiye li başûrê Bexdayê jî, otomobîleke din a bombekirî teqiya û di encam de kuştî û birîndar hene, lê hîn hejmara wan bi temamî nehatiye zelalkirin. Li gorî zaniyariyên Rûdawê, li navçeya Beyahe li rojavayê Bexdayê bombeyeke vedayî teqiya û di encam de kesek mir û 5 kesên din jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê teqîn: 5 kes bûn qurbanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de