17:45 23 Çile 2017
Zindî
    Sîstêma S-300

    Ji Îranê re firotina S-300`an hevsenga li herêmê biguherîne

    © Sputnik/ Dmitry Korobeinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1211

    Ji Îranê re firotina S-300`an wê hêza leşkerî ya li herêmê ji binî ve bide guhertin

    Serhingê Hêzên Hewayî-Leşkerî yên DYA`yê Klînt Hînout di nivîsa xwe ya ji bo rojnameya The National Înteres`ê de dinivîse, ku ji alîyê Rûsyayê ve ji Îranê re firotina sîstemên bergirîya hewayî S-300`an wê 3 encamên cidî bi xwe re bîne.

    Ya yekemîn, ji Îranê re  firotina S-300`an wê hêza leşkerî ya li herêmê ji binî ve bide guhertin. Di maweya bi dehan salan de DYA û hevalbendên wê, li holên hewayî yên Rojhilata Navîn bi serbestî tev digerîyan. Dijberên wan jî neçar diman ku varyantên tevgerên xwe yên plankirî sînordar bikin, ji ber ku dizanîn ku di hewa de têne çavdêrîkirin. Ew yek ji bo Îranê jî derbasdar bû. Lê, peydabûna S-300`an wê her tiştî biguherîne. Li gor nêrîna serhingê amerîkî, eger DYA biryara lêdana objeyên nukleerî yên Îranê bide, êdî neçar e ku hêzên hewayî, deryayî û bejayî bi awayeke berfirehtir bikar bîne. Lê, dîsa jî pêkanîna mîsyonê wê gelek zehmet û demdirêj be.

    Ya duyemîn, eger Îran bibe xwedîyê S-300`an, ewê bê wê wateyê ku sîstemên A2/Ad ya doktrîna ewlekarîya Çînê wê bi awayeke lezgîn belav bibe. Berê rayedarên leşkerî yên DYA`yê li hember wê yekê gelek bi haydarî tev digerîyan, ku welatên din nebine xwedî sîstemên effektîv ên wek S-300`a rûsî, ku Waşînton neçar nemîne têgeha xwe ya leşkerî bide guhertin. Serhingê amerîkî dibêje, ku ``wisa dîyar e, ku ew roj hatîye``.

    Ya sêyemîn, Ji alîyê Rûsyayê ve li ser Îranê rakirina qedexeya çekan û firotina S-300`an, wê cîhanê vegerîne serdema pêşbazîya jeopolîtîk. Ambargoyên Rojavayê zîyaneke cidî gihandin aborîya Rûsyayê. Rûsyayê jî rêbaza zêdekirina xercên DYA`yê peyda kir.

    Serdana wezîrê bergiriya Îranê jibo Moskowê
    © Sputnik/ Vadim Savitsky

    Em bi bîr bînin ku roja 13`ê Nîsanê Vladîmîr Pûtîn talîmata li ser Îranê rakirina qedexeya çekan û firotina sîstemên S-300`an imza kir. Vladîmîr Pûtîn di dema ``weşana zindî`` ya roja 16`ê Nîsanê de got, ku ji Tehranê re firotina sîstemên S-300`an li ser ewlekarîya îsraîlê tu metirsîyan saz nake. Ji ber ku S-300 sîstema bergirîyê ye.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de