03:59 24 Çile 2017
Zindî
    Yemen piştî êrîşên hewayî

    Balafirên Siûdiyê hîn li Hûsiyan didin

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1811

    Operasyona asmanî ya hevpeymaniya erebî li Yemenê berdewam dike û derengiya şevê balafirên hevpeymaniyê çend navendên Hûsiyan li bajarê Zalih li başûrê Yemenê bombebaran kirin.

    Hat ragihandin  ku balafiran navendên Hûsiyan li çend navçeyên wî bajarî kirin armanc. Di nav van armancan de  avahiya karûbarên civakî bû. Hûsyan ev avahî  ji xwe re kiriye

    navendeke leşkerî.

    Li gor çavkaniyan, di encama wê êrişê de 20 çekdarên Hûsiyan hatine kuştin.

    Herwiha balafirên Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê êrişî navendên Hûsiyan li navçeyên Museles û Husame yên girêdayî parêzgeha Seide jî kirin.

    Berî wê jî, balafirên hevpeymaniya erebî avahiya fermandariya bergiriya ezmanî û navenda ezmanî li parêzgeha Hedîde li rojavayê Yemenê jî bombebaran kiribûn.

    Li aliyê din, hat ragihand ku di encama şerê di navbera leşkerên lîwaya 35 ya alîgirê serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr û çekdarên Hûsiyan û hêzên serokê berê yê Yemenê de li

    rojavayê bajarê Tehiz bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de