17:44 23 Çile 2017
Zindî
    Opêrasyonên Îsrayîlê li  Kerta Xezayê

    Îsraîl li Hemas da

    © Sputnik/ Ajansa çapemenî ya Artêşa Israylê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Îro serê sibehê hêzên Artêşa Îsrayîlê avahiyeke Tevgera Hemas li bakurê Xezayê topbaran kirin.

    Li gor zaniyariyan,  piştî ku 2 rokêt ji Kerta Xezayê ber bi gundên Îsraîlê yên li nêzîkî Kertê ve, hatin avêtin, Îsrayîl ev opêprasyon pêkanî.

    Hat ragihand ku di encamê topbaran û avêtina rokêtan de ti ziyanên canî li herdu aliyan çênebûne.

    Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku rokêtek ji Kerta Xezayê li başûrê Îsrayîlê ketibû, lê tu-ziyan jê ne hat kirin. 

    Sala borî Artêşa Îsraîlê êrişeke berfereh li Kerta Xezayê pêk anî ku 50 rojan berdewam kiribû û di encam de zêdetirî 2 hezar û 200 kes li aliyê Filestînê û 73 kes li aliyê Îsraîlê

    hatibûn kuştin.

    Etîketan:
    Îsrayîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de