15:44 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan

    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1302

    Bêtir ji Medyakaran li Sûriyê ji aliyê Rêjîma Esed ve hatine kuştin.

    Li gorî raporta Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, heta niha bi sedema kirîza Sûriyê 463 Medyakar li wî welatî hatine kuştin, ji wan 399 ji aliyê Hêzên Rêjîma Esed ve hatine kuştin

    û  28 ji wan jî di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane.

    Herwiha 20 Medyakar ji aliyê Hêzên Mixalefetê hatine kuştin ji wan 3 jinin.

    Ji aliyekî din ve, Tora Sûriyê ya Mafên Mirova tekez dike ku tawanên derheqê Medyakaran ne tenê kuştine, lê belê bi sedan hatine revandin û girtin jî û amaje bi wê yekê jî kir

    ku bêhtir ji 1027 Medyakar li Sûriyê hatine revandin  yan jî hatine zindankirin, ji wan 868 ji aliyê Hêzên Rêjîmê ve hatine revandin yan girtin û 24 ji aliyê Asiyşa Rojavayê

    Kurdistanê hatine girtin.

    Herwiha DAIŞ jî 62 Medyakar girtine, 13 ji wan biyanî ne, Eniya Elnusra 13 mîdiyakar girtine û Hêzên Mixalefetê jî aliyê ji xwe ve 42 Medyakar girtine.

    Bi heman mijarî:

    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de