19:16 25 Gulan 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3610

    Li Stenbolê alên HDP'ê yên li ber buroyên hilbijartinê yên li Gungoren û Kadikoyê hatin daliqandin, ji aliyê hin kesan ve hatin şewitandin.

    Li çend bajarên Tirkiyeyê rîşên li hemberî HDP'ê didomin. Li gorî agahiya ajansa Firatnews, alên HDP'ê yên li ber buroyên hilbijartinê yên Gongoren-Merter û Kadikoy ên Stenbolê, duh bi şev ji aliyê kesên nasname nediyar ve hatin jêkirin û şewitandin.

    Der heqê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Gongorenê Ethem Akbaş anî ziman ku êrîşkaran alên mezin jî bi xwe re birine.

    Akbaş da zanîn ku êrîşeke bi heman rengî di hefteya bihurî de jî li hemberî wan hat kirin û got, "Bi polîsên ji partiyê berpirsyar re em berê axivîn. Me ji wan xwestin ku bêhtir hişyar bin. Mezin an jî biçûkatiya êrîşê nîne."

    Alên HDP'ê yên li ber buroya hilbijartinê ya li Kadikoyê jî ji aliyê komeke faşîst ve hatin jêkirin.

     

     

     

     

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de