10:55 18 Çile 2017
Zindî
    DAÎŞ, Îraq

    Baregeheke DAIŞ li Mûsilê teqiya

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1511

    Teqînek li baregehek DAIŞê li Mûsilê pêk hat, di encam de 8 çekdar hatin kuştin

    Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memuzînî îro, 18ê Nîsanê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, teqîna li baregeha DAIŞê pêkhatibû ji encama mayîneke çandî ye.
    Seîd Memuzînî diyar kir ku, baregeha DAIŞê li taxa 17ê Temûz a rojavayê Mûsilê bû, di encama teqandina wê baregehê de “8 çekdar” hatin kuştin.
    Pişt pêkhatina wê teqînê, çekdarên DAIŞê hatin û çûn li taxa 17ê Temûzê qedexe kirin.
    Ji 9ê Hezîrana sala 2014an ve, Mûsil ketiye dest çekdarên DAIŞê de, niha proseyeke ji bo azadkirina wî bajarî hatiye danîn û pêşbînî tê kirin ku nêzîk ew prose destpêbike.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de