08:04 25 Gulan 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî

    © AP Photo/ Jacquelyn Martin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2802

    Serdana serokwezîrê Îraqê li Waşîngton û gengeşikirina hûriyên stratejîya şerê li dijî DAÎŞ`ê nîşan dike ku DYA razandina xwe li ser Îraqê dike, ku ew jî divê bi Îranê re di peywendiyên nêz de be. Gelo çi jê derkeve?

    Serdana Heydar Ebadî li DYA di kêliya krîtîk a şerê dijî DAÎŞ`ê de pêk tê.  Beriya çend rojan qey tu bêjî DAÎŞ êdî têk diçû û kêm mabû ku  hikumet jî serkeftina xwe îlan bike. Lê vê heftê çeteyên DAÎŞ`ê li hêla Beycî û Rûmadî serkeftinên  cidî bidest anîn. 

    Yek ji mijarên giring ên hevdîtinên li Waşîngtonê rola Îranê di hevkariya DYA û Îraqê ya şerê dijî DAÎŞ`ê de bû.  Di encamê hevdîtinan de Obama ragihand: 

    “Em hêvî dikin, ku peywendiyên Îranê bi Îraqê re wê pir giring bin, wekî cîraneke nêz.  Û aşkere ye ku Îaq, dewletekî bi piraniya şiîyan e û ev yek tê wê wateyê ku bandora Îranê wê li ser  Îraqê hebe”. 

    Kes qet li bendş ne bû ku Omaba wisa rasterast mikur bi xwe bê, ku Îraq derbasî bin serdestiya Îranê dibe. 

    Omaba her weha da zanîn, ku `em bi partenrên xwe yên xurt, ên mîna Îraqê re  kar dikin`. Baştir bûya ku Obama Îranê jî bi ser  de zêde bikira.  Ji ber ku li Îraqê serkeftinên leşkerî, di serî de bi saya piştgiriya Îranê hatine bidestxistin. 

    Serokê Amerîkayê her weha hêvî kir ku Îraq bibe dewleteke federal û tê de mafê kurdan û erebên sunnî bêne çespandin. Lê ev yek ji realiteyê pir dûr e. Heta ku dewleteke adil ji bo erebên sunni nayê avakirin, aşbûna herêmê ne mumkun e. 

    Profesor Eytan Gîlboa, karemndê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Begîn-Sadat ya Îsrayîlê tekez dike ku DYA hemû pirsgirêkên herêmê nabîne: "Lewma jî bi baweriya min,  metirsî pir mezin e.  Û vê gavê êdî pêşîgirtina vê metirsiyê zehmet e.  Bê guman, wê baştir bûya ku erebên sunnî yên Îraqê ji çeteyên DAÎŞ`ê ji hev du bihatana cudakirin. Divê di hikumetê de ji sunniyan re pişkeke adil bê dayîn, lê belê di mercên dagirkeriya DAÎŞ`ê de pêkanîna vê yekê pir zehmet e".  

    Gîlboa dibêje, Îraq, êdî wekî dewlet tune. Rast e, hikumeta wê heye, artêşeke wê jî heye, lê ew dewleteke faşil e. Dewleteke pêknehatî û hikûmeteke pêknehatî ye. Lê li wir Kurdistan heye, kurd hene. Vê gavê kurd xwedî otonomî ne, û wekî dewleteke serbixwe tev digerin.

    Li gor nêrîna Eytan Gîlboa, şêwaza herî baş a çareserkirina pirsgirêkê ew e, ku Îraq bi sê para bê dabeşkirin. Belam di mercên şerê navxweyî de, ku kurd û DÎŞ û şiî û sunnî bi hevdu re şer dikin, pêkanîna dabeşkirinê jî zehmet e. Li wir her tişt tevlihev e. 

    Xuyaye DYA bi hevkariya li gel Îranê dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Lê hevkariya han wê rewşa herêmê hîn aloztir bike û tu pirsgirêkên herêmê yê ku li Îraqê, Sûriyeyê û Yemenê hene, çareser nake.

    Bi heman mijarî:

    Rûmadî- DAIŞ gihîşt nava bajêr
    Hevkarîya sosret – Li Waşîngtonê wê li ser çi lihev bikin?
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Etîketan:
    Îran, DYA, Îraq, Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de