09:30 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen piştî êrîşên hewayî

    Yemen- Şer gur e

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1811

    Şerekî giran di navbera alîgirên serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî û çekdarên Hûsiyên li çend navçeyên Yemenê û bi taybet li parêzgeha Tehizê berdewam dike, herwiha hat gotin ku serkrideyekî Hûsiyan hatiye kuştin.

    Li gor zaniyariyên ku di medyaya erebî de belav bûne, serkirdeyekî çekdarên Hûsiyan bi navê Macid Elcinêd di şerê ligel hêzên Lîwaya 35 yên alîgirên serokê Yemenê li Tehizê

    hat kuştin.

    Berdevkê hevpeymaniya erebî li dijî Hûsiyan, Ehmed Isêrî jî ragihand ku Hûsî niha bê serkirdayetî û kontrol in, herwiha bi gotina w',serkirdayetiya girêdayî bi serokê berê yê

    Yemenê Elî Ebdilla Salih jî ji hev ketiye û ti têkilî di navbera wan de nemaye.

    Isêrî got, piraniya navçeyên li bakurê Yemenê ber bi başûr ve di destê Hûsiyan de bûn, lê niha rewşa hatiye guhertin.

    Li aliyê din, hat gotin ku çekdarên Qaîde dest danîn ser balafirgeha Reyan li bajarê Mukela kontrolkirne û li wir şerekî giran di navbera wan û komîteyên milî de diqewime.

    Ji aliyê xwe ve, fermandarê lîwaya 135 li Hezremûtê, Yehya Ebû Uce ji hêzên ser bi Elî Ebdilla Salih cuda bû û ragihand ku ew ligel 4 hezar leşkerên xwe piştgiriya Ebid Rebe

    Mensûr Hadî dikin.

    Bi heman mijarî:

    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Dewletên Erebî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de