18:14 29 Gulan 2017
Zindî
    Pêntagon

    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest kir

    © Sputnik/ Spûtnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1511

    Bernameya rahênana hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê îro dest pê kir.

    500 çekdarên ku ji aliyê Wezareta Bergiriya Amerîkayê ve hatine hilbijartin, îro li Tirkiyeyê perwerdeya wan dest pê kir.
    Artêşa Azad dilgiraniya xwe li ser çawaniya hilbijartina wan çekdaran tîne ziman û dibêje ku çekdarên `ketîbeyên bibandor` ne di nav wan de ne.
    Şêwirmendê yasayî yê Artêşa Azad Usame Ebu Zêd di daxuaniyekê de ragihand ku wê ew 500 çekdar li ser bikaranîna çekên Amerîkî werin rahênan.
    Usame Ebu Zêd tekez kir ku ew çekdar wê jibo şerê li dijî DAIŞê bên amadekirin.
    Ebu Zêd amaje kir ku hêzên Artêşa Azad ên bibandor ne di nav wan çekdaran de ne û dibe ku ev yek nakokiyan di nav hêzên dijbereyê çêbike

    Bi heman mijarî:

    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de