16:25 21 Çile 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    Rûmadî- DAIŞ gihîşt nava bajêr

    © AFP 2016/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2312

    Çekdarên rêxistina DAIŞê gihîştin nava bajarê parêzgeha Enbarê- Rûmadî û niha li nêzîkî Fermandeya Operasyona Enbarê ne, her weha 30 otomobîlên leşkerî jî zeftkirne.

    Parlamenterê Iraqê ji Fraksiyona Hevpeymaniya Hêzên Sunî, Mihemed Nasir Dilî ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê gihîştin nava avahiyên hikûmî yên nava bajêrê Rûmadî û niha li nêzîkî Fermandeya Operasyona Enbarê ne.`
    Her weha, Mihemed Nasir Dilî got ku hêzên Iraqê hemû ji Rûmadî vekişya ne û tenê çekdarên eşîran şer li dijî DAIŞê dikin.
    Dilî wiha domand, `li navçeya Elbûxanim tabûrek ji hêza polîsê Iraqê paş vekişiya ye, lewma 38 alavên leşkerî, ji wan 30 otomobîlên hammar ketin destê DAIŞê de.`
     Tê zanîn ku Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê û çekdarên Heşdul Şeibî yên şîe, xwe amade kirine bo operasyona kontrolkirina Enbarê, lê çekdarên DAIŞê pêşve diçin.

    Bi heman mijarî:

    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    DAIŞ, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de