09:57 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Haydar El Ebadi - Barack Obama

    Hevkarîya sosret – Li Waşîngtonê wê li ser çi lihev bikin?

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4912

    Iraq ji amarîkîyan daxwaza çekên bi milyaran dolaran dike, lê amerîkî ji Iraqê çi dixwazin? Û rola Îranê ya di wan têkilîyan de çi ye?

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi şandeke berfireh ya ji wezîran pêkhatî gihaşte Waşîngtonê. Şandeya iraqî ji bilî nûnerên rêvebirîya DYA`yê wê nûnerên IMF û Banka Cîhanê re jî hevdîtinan pêk bînin. Her weha wê civînên derbarê koalîsyona li dijî DAÎŞ`ê jî bêne lidarxistin. Hêjayê bi destnîşankirinê ye,  ku Ebadî ji pozîsyona DYA`yê ya derbarê DAÎŞ`ê nerazî ye û difikire, ku amerîkî alîkarîya pêwist raber nake. Ebadî dihesibîne, ku DYA heta astekê pêşî li êrişên DAÎŞ`ê digire, lê hikûmeta wî dixwaze ku DAÎŞ bête tunekirin. Ebadî niha ji bilî gotûbêjkirina doza stratejîk a li dijî DAÎŞ`ê, ji DYA`yê helîkopterên şer jî di nav de, daxwaza çekên giran a bi buhayê milyar dolaran dike.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi destpêkirina şerê li parêzgeha Enbarê ya sûnnî ve hilbijartineke stratejîk kir. Lê, serkeftina li wê derê wê ne hêsan be. DAÎŞ jî êrişên xwe yên ji wê herêmê zêdetir dike û niha jî ber bi Ramadîyê ve pêş de diçin. Li alîyê Başûr jî êrişê Baycîyê dikin, ku navendeke giring a rafînekirin û transportkirina neftê ye. Bêy alîkarîya hewayî, artêşa Iraqê wê nikarîba derbazî Tîkrîtê bibe û ew alîkarî niha jî pêwist e. Niha pirsa giring koordînasyona di navbera koalîsyona navneteweyî û mîlîsan e yên bi piştgirîya xurt a Îranê ve pêş ve diçin. Koalîsyona navneteweyî nedixwest ku di operasyona Tîkrîtê de beşdarîyê bike û ji ber wê yekê jî wergirtina wî bajarî gelek zehmet bû.

    Lê, her tişt ne ewqas hêsan e, ji ber ku ne artêşa hikûmî, lê mîlîsên şiî derbazî dilê herêmên sunnî dibin û niha jî li pêşîya wan şereke dijwar a li Enbarê heye, ku di dema xwe de amerîkîyan jî li wê derê gelek zehmetî kişandibûn. Li gor hinek çavkanîyan, niha şertê DYA`yê yê piştgirîya hewayî ya ji bo artêşa Iraqê,  ji Ramadîyê derketina mîlîsên şiî ye.

    DYA piştgirîya xwe ya ji bo artêşa Iraqê bi sazkirina hikûmeta wî welatî ya ji kurd, şiî û sunnîyan pêkhatî ve girê dide û dihesibîne, ku bêy hevkarîya wan, serkeftina li dijî DAÎŞ`ê wê ne pêkan be. Ew problema di dema Nûrî Malîkî de destpê kirî niha jî berdewam dike. Co Bayden bi wê yekê ve girêdayî got, ku ``Ji bo rizgarkirina Mûsil û Enbarê pêwistî bi entegrekirina sunnîyan jî heye, yên dixwazin li dijî DAÎŞ`ê şer bikin``. Niha DYA û Iraq li dor maseya oval wê biryarê bidin, ka di pêşerojê de çawa tev bigerin. Elbet wê helwesta Îranê jî bête berbiçavkirin, ku niha di hemû pirsên Iraqê têkildar dikin de alîyê sêyemîn e.

    Rêvebirê ``Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadat``ê Prof. Eytan Gîlboa nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa şîrove dike:
    ``Her tişt gelek tevlihev e. Iraq niha di bin bandora Îranê de ye. DYA bi Îranê re guftûgoyên li ser bernameya wê ya nukleerî dimeşîne û ew lihevkirin wê Îranê bike hêzeke hegemonîk ê herêmê. Iraq jî ji bo şerê li dijî DAÎŞ`ê ji DYA`yê daxwaza çekên giran ên bi buhayê bi milyaran dolaran dike. Li gor nêrîna min, DYA niha lîstikeke bi xeter dilîze û tirsa min ew e, ku ew lîstik dikare têk biçe. DAÎŞ li herêmê xeterîyeke mezin e, lê hekemonîya Îranê ya li herêmê wê hêj xetertir be. Ji ber wan sedeman, DYA di nav rewşeke dijwar de ye: wan 10 salan li Iraqê şer kirin û armanca wan a sereke li wî welatî sazkirina dewleteke demokratîk bû, ku ji bo tewaya Rojhilata Navîn bibe model û bi DYA û Rojavayê ve girêdayî be. Lê, îro tiştê ku em dibînin berovajîya wê armancê ye.   Serokwezîrê berê Nûrî Malîkî nexwest desthilata xwe bi sunnîyan re parve bike û di encama sîyaseta wî ya xelet de DAÎŞ derkete holê. DAÎŞ`ê jî bi tevî cîhadîyan, sunnî jî li dor xwe kom kirin. DYA bi lawazî tev gerîya û ji bo mudaxelekirina rewşê dereng ma. Ji ber wê yekê jî rewşa îro peyda bû. Li gor nêrîna min, gereke DYA û Iraq li hev bikin û di pêşerojê de bi hev re tev bigerin, lê bi tevî wê jî eger Îran hakîmiyeta xwe ya li herêmê berdewam bike, êdî amerîkîyan re tiştekî ku bikaribin bikin namîne. Sosret e, ku DYA baleke giring dide bernameya nukleerî ya Îranê, lê pirsên din berbiçav nake. Yek ji wan pirsan jî, hakimîyeta Îranê ye. Em dibînin, ku di encamê destêwerdanîya Îranê de li Yemenê çi diqewime. Îran îro li ser çar welatên Rojhilata Navîn hakimîyeta xwe daye xurtkirin. Ji ber wê yekê, gereke di navbera DYA, Iraq û Îranê de lihevkirineke sêalî bête dabînkirin. Li gor nêrîna min DYA xwedî doktrîneke kûr e û di nav wê de ji hakîmîyeta Îranê re cih tune ye. Ji ber ku Îrana xwedî çekên nukleerî ji bo tewaya herêmê wê bibe belayeke mezin``.

    DYA êdî demeke dirêj e, ku hemû şerên xwe bi deyn dimeşîne. Niha jî Iraq navgînên ji bo şer dixwaze. Em dibînin, ku DYA ne amade ye ku hemû daxwazên Iraqê bi cih bîne. Pereyên çekên ku Iraq ji amerîkîyan daxwaz dike jî wê ji kredîyên ji IMF`ê bêne razîkirin.

    Etîketan:
    Barak Obama, Heyder Ebadî, DYA, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de