09:53 23 Gulan 2017
Zindî
    Serdana wezîrê bergiriya Îranê jibo Moskowê

    Wezîrê bergiriya Îranê: Tehran îsal S-300`ê rûsî werbigire

    © Sputnik/ Vadim Savitsky
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4212

    Wezîrê bergiryê yê Îranê Hosseyn Dêhkan berya serdana xwe jibo Moskowê ragihand ku welatê wî wî îsal sîstêma moşekên –S300 ji Rûsyayê wergire.

    Wek ajansa IRNA ragihand, rêkeftina derbarê vê yekê wê di dema serdana Dehkan ji paytexta Rûsyayê re bê îmzekirin. Sekretêrê çapemenî yê Krêmlinê berya demekê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar daye jibo qedexekirna li ser şandina S-300 jibo Îranê bê rakirin.
    Ajansa Spûtnîk li ser zarê çavkaniya ji wezareta bergiriyê li Îranê ragihand ku wezîrê bergiriya Îranê di dema serdana xwe jibo Moskowê de wê mercên şandina S-300 ji Tehranê re giftûgobike.
     Piştî tevlîbûna Rûsya li biryara Civata Ewledariya NYî ya ku 9 Tîrmehê sala 2010—an hatibû stendin, Rûsya şandina van moşekan  qedexekir. Îran wek bersev li Dadgeha li Jênêvê doza 4 milyar dolar ji `Rosoboroneksport` kirbû.
    Wek sekretêrê Civata Ewledariya netewî ya Îranê Alî Şamxanî ji ajansa RIA Novostî re ragihand, dema Rûsya van moşekan bişîne, Îran wê dev ji doza xwe ya li Dadgehê berde.

    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de