14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêntagon

    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2731

    Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) dibêje, % 25 heta 30 ji erdên ku DAIŞê li Iraqê dest danîbû ser, ji destê wê rêxistinê hatiye derketin.

    Berdevkê Pentagonê, Steve Warren di daxuyaniyekê de diyar dike ku ji dema êrişên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî di tebaxa sala borî de destpêkirine û heta niha % 25 heta 30 ji navçeyên li Iraqê ku xelk tê de dijîn, ji destê çekdarên DAIŞê hatine derxistin.
    Li gor berdevkê Pentagonê, DAIŞ hêdî hêdî paşde vedikişe, lê di nêrîna wî de, şerê li dijî DAIŞê wê dirêj bike.
    Derbarê Sûriyê de, berdevkê Pentagonê dibêje, gelek navçe li derdora Kobanî ji destê DAIŞê derketine, lê li hember wê yekê çekdarên DAIŞê dest danîne ser çend navçeyên li derdora Şamê û Humisê.

    Bi heman mijarî:

    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de