03:57 24 Çile 2017
Zindî
    Yemen piştî êrîşên hewayî

    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro biryarê bide

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3132

    Projebiryara taybet bi Yemenê ku ji aliyê welatên Kendavê û Urdunê ve hatiye pêşkêşkirin wê îro li Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê deng li ser bê dayîn.

    Li gor projebiryara ku hîn jî nediyare bê wê Rûsya mafê Vîtoyê li dijî projeyê bi kar bîne yan na, daxwaz dike serkirdeyê Hûsiyan, Ebdilmelik Hûsî û kurê serokê berê yê Yemenê, Ehmed Elî Ebdilla Salih bên cezakirin.
    Herwiha daxwaz dike ku Encumena Ewlekariyê şandina çekan ji bo Hûsiyan qedexe bike û ji Hûsiyan dixwaze ku şer rawestîne û bê merc dest ji desthilatê berde.
    Rûsya jî daxwaz dike ku ne tenê ji bo Hûsiyan, lê şandina çekan ji bo hemû aliyên Yemenê were qedexekirin.
    Welatên Kendavê herwiha di proejbiryara xwe de ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku hewlên xwe zêdetir bike ji bo alîkariyên mirovî bigihin Yemenê.

    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de