07:59 25 Gulan 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Ebadî îro çi ji Obama bixwaze

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1511

    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî îro wê ligel Serokê Amerîkayê, Barack Obama bicive û behsa qonaxên bê yên şerê li dijî DAIŞê bike, her weha wê çekên zêdetir jî ji Washingtonê bixwaze.

    Ebadî ku duh bi serdaneke fermî gihişte Washingtonê, wê di civînê xwe de ji Obama bixwaze ku êrişên asmanî li dijî DAIŞê bên zêdekirin.
    Ebadî wê bixwaze ku tedbîrên tundtir bên standin jibo ku çekdarên biyanî neçin Iraq, herwiha Iraq wê ji civaka navdewletî jî bixwaze ku qaçaxiya petrolê rawestîne.
    Berî niha hat gotin ku Ebadî wê di civîna xwe de ligel Obama daxwaz bike ku Amerîka çekên pêşketî yên wek balafirên bê pîlot û helîkopterên Apaçî bide Iraqê.
    Serdana Ebadî di demekê de ye ku hêzên artêşa Iraqê bajarê Tikrîtê ji destê DAIŞê derxistine û niha xwe ji bo kontrolkirina bajarê Mûsilê jî amade dikin.
    Lê berpirsekî amerîkî got ku berya opêrasyona Mûsilê destpêbibe, divê her tişt amade bin.

    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de