20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Yemen piştî êrîşên hewayî

    Riyad şer dixwaze

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3511

    Çekadarên Yemenî, yên ku ji bo bendera Adenê li hember hûsiyên ji rêxistina `Enser Ellah` şer dikin, ragihandin ku wan du efserên îranî, ku ji serhildêrê re rawêjakarî dikin, êxsîr girtiye. Tehran radigihîne ku ji serhildêran re tu alîkariya leşkerî nade.

    Şervanên şîi yên `Enser Ellah`  hêj par  paytext Sana bi dest xistibûn û vê gavê ber bi başûr pêş ve diçin. Bi taybetî hedefa wan bendera Aden e, ku petrola ji Kendava Farsî ji kêlekê wê re tê hinardekirin. 

    Li hember vê yekê  Erebistana Suûdî û hevalbendên wê yên ji hevpeymaniya dewletên erebî dest bi bombebarankirina Yemenê kir. Ji destpêka operasyonê heta niha 1200 êrîşên hewayî hatine kirin û di encamê de, li gorî agahiya Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê  385 welatiyên sîvîl hatine kuştin û 342 biîndar bûne. 

    Çekdarên Yemenî, ku piştgiriya serokkomar Mensûr Hadî yê revî dikin, tekez dikin ku yek ji efserên îranî mîralay, yê din jî serpel e û ji Zêrevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê ne. Li gorî agahiya Reuters, êxsîr vê gavê di stargeheke ewle de têne girtin. Tê ragihandin, ku ewê teslîmî hevpeyanaiya bi serokatiya Erebistana Suûdî bêne kirin. 

    Eger agahiyên li ser efserên êxsîr rast be, ev yek wê peywendiyên Tehran û Riyadê hîn aloztir bike.  Analîstê International Crisis Group — April Longly Ally amaje dike ku `carna bûyerên li Yemenê  wekî şerekî lihevkirî ya di navbera Îran û Erebistana Suûdî de tê binavkirin `.  Eksper dibêje: `Peywendiyên hûsî bi Îranê re heye û di rêjeyekî de alîkari jî distînin, lê zelal nîne, ka ev alîkarî di warê fîansî û leşkerî de çiqas cidî ye. Di çavê Suûdî û dewletên din ên Kendavê de, Îran bi destê hûsiyan gefan dixwe. Ji xwe dînamîka şerê Yemenê jî ev e`.

    Gelo encamê şer wê çawa be? Pirseke din a sereke jî ev e: gelo armanca sîyasî ya Suûdiyê çi ye?  Di bersiva van pirsan de Ally weha dinivîse:

    `Hêj xuya nîne ku ka stratejiyeke real a Suûdiyl ji bo çareseriya vê rewşê heye an na. Lewma jî ev dikare bibe destpêka şerekî xwînrêj û demdirêj û aktorên heremî jî dikarin tevlê bibin. Çareseriya leşkerî ya pirsgirêka Yemenê ne mumkun e. Tu komeke wisa jî tune ku di vê şerê de biserkeve û li Yemenê bibe desthilat`.

     Ji aliyeke din, DYA bê merc û qeyd aliya Riyadê girt.  Artêşa Suûdiyê bi giranî bi çek û tenknîkên leşkerî yên amerîkî hatiye arastin.  Waşîngton her weha alîkariya îstîxbarî û lojîstîkî jî dide Riyadê.

    Lê belê Elî Ehmed, serokê Enstîtûya Karûbarên Kendavê, ku li ser herêmê agahî û analîzan belav dike, destnîşan dike ku Erebistana Suûdî ji bo êrîşên hewayî hinceteke balkêş pêş xistiye.  Balyozê Suûdî yê li Waşîngtonê ragihandiye, armanca wan  ew e, ku `hikumeta qanûnî ji nûve bînin ser desthiatê` û `Makeqanûna Yemenê û hilbijartinan` biparêzin.  Ehmed tekez dike ku di rastiyê de ti girêdana armanca  Riyadê bi hikumeta qanûnî ya Yemenê re tune. 

    Elî Ehmed dibêje: `Armanca Riyadê aşkere ye: ew dixwaze pêşiya her hikumetê ku xwe dispêre bi piştgiriya gel û    serxwebûnê esas digre, bigre. Lê sedema hinceta wê ya ku divê pêşiya bandora Îranê bê girtin jî ew e, ku dijmintiya mezhebî û civakî hîn kûrtir bike`. 

    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de