19:13 25 Gulan 2017
Zindî
    Ala Sûriyê

    Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê li Esed bidin

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4011

    Rojnameyeke amerîkî bi navê Huffington Post di raporeke xwe de behsa hevpeymaniyeke nû dike, ku ji aliyê Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Qeterê ve li dijî rêjîma Sûriyê tê amadekirin û jibo pêkanîna operasyonên leşkerî Sûryê ye.

    Li gorî jêdereke wê rojnameyê, Emîrê Qeter Şêx Temîm kurê Hemed,di serdana xwe ya dawî de bo Amerîkayê û civîna ligel serokê wî welatî Barack Obama, behsa wê hevpeymaniyê kiriye.

    Derbarê naveroka wê pilana leşkerî de, Huffington Post dibêje ku Tirkiye bi rêya bejayî beşdar dibe û Erebistana Siûdî jî bi rêya operasyonên asmanî beşdar dibe, herwiha piştre bi rêya hêzên nerimrew yên Sûriyê wê derbasî nava axa Sûriyê bibin.

    Li gorî agahiyên wê rojnameyê, niha komîteyeke pilebilind ji wan hersê welatan gotûbêjên ciddî derbarê van opersyonan dike.

    Herwiha li gorî zanyariyên wê rojnameyê, Obama ligel wê yekê ye ku welatên erebî bi xwe şerê Esed bikin.

    Di meha borî de, çendîn pêwendiyên telefonî di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Emîrê Qeterê û Şahê Erebistana Siûdiyê Selman kurê Ebdulezîz pêk hatine. Herwiha hefteya borî Emîrê Qeterê serdana Siûdiyê kir û ligel şahî wî welatî û berpirsên ewlehiyê civiya.

     

     

     

    Etîketan:
    Selman kurê Ebdulezîz, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de